İbrahim Atmaca
03 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
TEHRAN
Ajansa Anadoluyê (AA) bi IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê û YONHAPa ajansa nûçeyan a neteweyî ya Koreya Başûr ra peymana tevkariyê îmze kir.
AAya ku tora xwe ya herêmî û gerdûnî berfireh dike û ji bo vê projeyan çêdike, bi YONHAP û IRNAya herdu ajansên girîng ên Asya û Rojhilata Navîn ra peymana tevkariyê îmze kir.
Peymana ku AAyê bi IRNAyê ra kir, li ser navê Ajansa Anadoluyê Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu, li ser navê IRNAyê jî Alîkarê Midûrê Giştî Ehmed Ceferî Çamazketî îmze kir.
Merasima îmzeyê li Tehrana paytextê Îranê hat kirin û Dîrektorê Bazarîkirin û Ragihandina Sazûmaniyê Yilmaz Yaman û Edîtorê Nûçeyên Farisî Hîkmet Gok beşdar bûn.

- Peymana tevkariyê ya navbera AA û YONHAPê
Ajansa Anadoluyê digel IRNAyê bi YONHAPA ajansa nûçeyan a neteweyî ya Koreşa Başûr ra jî peymana tevkariyê îmze kir.
Peyman ji aliyê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Rêvebirê Weşana Giştî Metîn Mutanoglu û Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê YONHAPê Jin Hyung Kim va hat îmzekirin.
Piştî avêtina îmzeyan Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Rêvebirê Weşana Giştî Mutanoglu, diyarî da Midûrê Giştî yê IRNAyê Haşimî û Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê YONHAPê Kim.
Bi peymana ku hat îmzekirin va AA, YONHAP û IRNA wê nûçeyên hev ên herêmî û navneteweyî yên nivîskî û dîtbarî bikaribin bi kar bînin.
Hat gotn ku peymanên ku bi herdu ajansan ra hatin îmzekirin, wê di qada navneteweyî da piştgiriyê bidin AAyê.