Fatih Gazioğlu
06 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got ku Ajansa Anadoluyê bi weşana xeberan ya bi 13 zimanên cuda rûmeta welêt e.
Oktay ji ber salvegera 99emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê peyamek weşand.
Oktay di peyama xwe de got ku Ajansa Anadoluyê di dema Şerê Îstiqlalê da ji bo ku "dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê" hatiye avakirin û wiha axivî:
"Ajansa Anadoluyê îro li 100 welatan xizmeta nûçeyan dide. Ajansa Anadoluyê rûmeta welatê me ye. Em salvegera 99emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin."