Departmana Têkiliyên Medyayê ya QNAyê ji bo endamên çapemeniya navneteweyî yên ku li Qatarê dixebitin şîv da. Midûrê Giştî yê QNAyê Ehmed Saad el-Bueyneyn li vir axivî û ji rojnamevanên navneteweyî yên ku li Qatarê dixebitin re sipas kir.
Di şevê de ajansa nûçeyan a fermî ya Qatarê QNAyê ji bo xebatên Anadolu Agencyê (AA) yên ku li Qatarê dike belgeya teqdîrê da AAyê. Belgeya teqdîrê li ser navê AAyê nûçegihanê AAyê yê Dohayê Enes Kanli wergirt.