03 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
PERPİGNAN
Di festîvala 'Visa Pour L’Image'yê ya ku Anadolu Agency ev cara 3yan e beşdar dibê da beşdarvanan eleqeyeke mezin nîşanî sitanda AAyê da.
Li ser navê AAyê Midûrê Weşana Xeberên Dîtbarî Ahmet Sel û Edîtorê Wêneyan Firat Yurdakul beşdarî festîvala ku li Perpîgnana bajarê Fransayê ev cara 28an e tê lidarxistin û ji dinyayê gelek rojname, kovar, rêveberên payebilind, edîtorên wêneyan û nûçegihanên wêneyan beşdar dibin bûn
Nûçegihanên wêneyan ên ku sitanda AAyê ziyaret kirin der barê kitêba "Kêlî Kêlî Hewla Derbeya FETOyê", pêşbaziya Istanbul Photo Awardsê û “anadoluimages.com”ê da ji Ser û Yurdakul agahî sitandin.
Midûrê Weşana Xeberên Dîtbarî ya AAyê Ahmet Sel got eleqeya ku bi taybetî îsal nîşanî sitanda AAyê didin wan memnun dike.
Di festîvalê da gelek nûçegihanên wêneyan portfolyên xwe dan Midûrê Weşana Xeberên Dîtbarî Ahmet Sel û Sel û Yurdakul jî der heqê Istanbul Photo Awardsê da agahî dan nûçegihanan.
Di Visa Pour L’Imageyê da wêneyên wênekêşan tên pêşandan û di nav wan wêneyan da yê nûçegihanên wêneyan ên AAyê jî hene.
Her sal bi qasî 150 hezarî kes festîvala Visa Pour L’Imageyê ziyaret dikin. Qisma ewil a festîvalê di 27ê tebaxê da dest pê kir û ewê di 4ê îlonê da xilas bibe.
Festîvala Visa Pour L’Imageyê jî ew ê di 11ê îlonê da bi dawî bibe.