06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ANTALYA
Pankarteke ku li ser "Salvegera 97an a avakirina AAyê pîroz dikin" hatibû nivîsandin di Bircê Saetê ya dîroka ya ji nîşanên Antalyayê da darda kirin.
Pankarta ku ekîbên zabiteya Şaredariya Bajêr Mezin a Antalyayê û personelên AAyê bi hev ra darda kirin qasî demekî li ser birca saetê ma.
Waliyê Antalyayê Munîr Karaloglu jî ji bo salvegera 97an a avakirina AAyê peyam weşand û wiha got:
"Ajansa Adoluyê ya ku 97 sal berê ji bo dengê Têkoşîna Îstiqlalê bigihîne dinyayê hat avakirin sedsalek e dengê miletê me yê ezîz digihîne dinyayê. Ajansa Anadoluyê her diçe xwe pêşva dibe û ji bo me rûmet e."
Karaoglu got Ajansa Anadoluyê di 15ê Tîrmehê da bi 11 zimanî va motanî dema Têkoşîna Îstiqlalê weşna kir û dengê milet gihande hemû dinyayê û serkeftineke mezin bi dest xist.
Şaredarê Bajarê Mezin a Antalyayê Menderes Turel jî salvegera 97an a avakirina AAyê pîroz kir û got ku eva saziya mezin dengê milet e.
Turel bal kişand ku Ajansa Anadoluyê ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê vir da dengê dewletê digihîne hemû dinyayê, di şeva hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê da û piştî wê şevê bi weşanên xwe wezîfeyeke mezin bi cî anî.