26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
DÎSK, KESK, TMMOB û TTByê biyar dan ku 1ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê li Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin.
Li Navenda Gişkî ya DÎSKê der barê pîrozkirina 1ê Gulanê da civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Di civînê da hat bibîrxistin ku Walîtiya Stenbolê daxwaza pîrozkirina li Taksîmê red kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Me wek 4 saziyên meslek û kedê ji bo ku pîrozkirina 1ê Gulanê di ewlehiyê da bê kirin biryar sitand ku pîrozbahî li Bazara Gel a Bakirkoyê bên kirin."