ANKARA
Berdevkê Serdemî yê Platforma Şûbeyên Ankarayê yê KESKê Mevlût Çakmak li ser navê koma ku li Gûvenparkê civiyabû daxuyaniya çapemeniyê da û û îdia kir ku pakêta demokratîkbûnê hêviyên kesên ku li benda pakêta demokratîkbûnê bûn, di dilê wan de hişt.
Çakmak parast ku pakêta demokratîkbûnê wekî "demokratîkbûnekê" nabînin û îdiayên wiha kir: "Li hemû saziyê kamuyê belavbûna laçikê projeyeke girîng ya îqtidara dînhez e. Ev verastkirin dijî demokratîkbûnê ye. Verastkirin dijî îçtihadên Dadgeha Destûrê yên ku di wextên cuda de dabû û biryarên DMMEyê yên der barê hebûna sembolên dînî yên li ser mamoste û xwendekaran de dabû, ye.
Çakmak îdia kir ku di pakêtê de cî nedan gel û got ku "em teşhîrkirina gavên xapînok û derewa AK Partiyê wekî têkoşîneke rastîn ya ji bo demokratîkbûnê dibînin."