BITLÎS
Muxtarê gundê Yaylacika li ser Hîzana navçeya Bidlîsê Saît Gumuş, ev 58 sal in ku muxtariyê dike. Gumuş ji ber vê yekê dixwaze ku serî li Kitêba Rekoran a Guinnessê bide.
Gumuş ev 58 sal in ku li gundê Yaylacikê muxtariyê dike û cara ewil di hilbijartinên 31ê adarê de namzedek di ber de rabû û bû reqîbê wî. Heta niha tu kes di ber Gumuş de ranebûbû û nebûbû namzedê muxtariyê. Gumûş di vê hilbijartinê de jî bi ser ket.
Gumuş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku " Ez cara ewil di sala 1956an de bûm muxtar û ji wê demê heta niha muxtariyê dikim. Ez wê çaxê 24 salî bûm û serokwezîrê wê demê rihmetî Adnan Menderes bû. Piştî wî gelek kes bûn serokwezîr, lê ez hê jî muxtariyê dikim."
Gumuş da zanîn ku li gundê wan 70 xanî hene û 2 mezre jî girêdayî gund in. Serjimara gund 700 kes e û got ku "Min di maweya muxtariya xwe de hewl da ku ez ji bo gund gelek tiştan bikim. Min pirsgirêka gund a zozanan çareser kir, rêyên zozanan dan çêkirin."
-Dixwaze bikeve Kitêba Rekoran a Guînesseyê
Gumuş got ku ji ber muxtariya min a dirêj gelek kesên nas dibêjin ku tu dikarî bikevî pirtûka rekoran û wiha axivî: "Min 58 sal bê navber muxtarî kir. Ez dixwazim ku bikevim Pirtûka Rekoran a Guînnessê. Ez ji ber ku nizanim ka di vê mijarê de çi bikim, ji Nûnertiya Tirkiyeyê ya Pirtûka Rekoran a Guînnesê arîkariyê dixwazim. Heke arîkariya min bikin ez ê serî lê bidim û bi maweya muxtariya xwe bikevim Pirtûka Rekoran a Guînnesê.
-Me piştî çendî çend salan rihetî dît
Gumuş got ku em ji ber pêvajoya çareseriyê a li welêt gelekî kêfxweş in û gundiyan piştî çendî çend salan rihetî dît. Gumuş diyar kir gundî dixwazin ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike.