Qaymeqam Sedat Încî beşdarî bernameya fitarê bû û li vir axivî. Încî got ku gelê Hîzanê dişibe malbateke mezin û wiha dewam kir:
"Îro di dinyayê de bi hezaran şopînerê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî hene. Nûrsî, bi berhemên xwe ve ji bo nexweşiyên manewî yên serdemê, bû çavkaniya şîfayê."
Încî got ku di rojên din de em nikarin bên gel hev, bi saya meha Remezanê em hatin gel hev. Meha Remezanê meha yekîtî û biratiyê ye. Di vê meha pîroz de li Hîzanê em bi nêzî 3 hezar û 500 welatiyên xwe hatin bal hev.
Piştî xwendina Qurana Pîroz, Miftiyê Navçeyê Tahîr Erçîn diaya fitarê kir.