AGIRI
Aşê avê yê ku di sala 1915an de li gundê Yûkari Toklûya li ser Taşliçaya navçeya Agiriyê hatibû çêkirin ev 99 salin dixebite û hê jî zimhêra gel dihêre.
Welatiyên ku ji navçe û gundên derdorê tên wisa bawer dikin ku tehma arê vî aşê li gor yên din çêtir e û ji ber vê jî zedên xwe di vî aşê dîrokî de dihêrin.
Li aşê avê yê ku di dawiya mehên havînê tê vekirin de genim, gilgil û ceh tên hêrandin û savar tê çêkirin.
Dîwarên kerpîç ên aş wekî roja ku hatine çêkirin disekinin û bi xweşikiya xwe jî bala ziyaretvanan dikşînin ser xwe.
Xwediyê aş Ferzende Barakçinê 79 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 50 sale vî karî dike lewra ji pîşeyên ku ber bi windabûnê ve diçin yek jî aşvaniye.
Barakçîn diyar kir ku bi pêşveçûna teknolojiyê aşên bi ceyran û yên modern hatin avakirin û wiha pê de çû: "Piştî ku aşên bi ceyranê dişixulin derketin bikaranîna aşên avê jî kêm bûn. Min 50 sal berê ev aş kirî. Ji wê rojê heta niha ez didim şixulandin. Di biharê de genim û ceh tên diavêjin û piştî ku qewlê wan tije dibe diçinin û patos dikin. Genim û cehên ku ji min re tînin jî ez dihêrim."