HAKKARÎ
Bi sedema ku bala mirovan bikşînin ser nexweşiya ALSê û haya mirovan pê bixin, kampanyaya satilek ava sar dest pê kiribû ku mirov satilek ava sar di ser serê xwe de dikin. Hunermend û Stranbêjê colemêrgî Aydin Aydin jî piştgirî da kampanyayê û şîr di ser serê xwe de kir.
Kampanya ji bo ku bala mirovan bikşînin ser nexweşiya ALSê ya bi navê "Kampanyaya Satilek Ava Sar" her ku diçe li Tirkiyeyê jî zêde dibe.
Hunermend û Stranbêjê colemêrgî Aydin Aydin jî ji bo ku piştgiriyê bide kampanyayê peyatî ket rê û berê xwe da Zozanê Mendîniya nêzî gundê Bagişliyê. Aydin piştî meşeke dûr û dirêj xwe da Zozana Mendiniyê û bi bêrîvanan re hat bal hev.
Aydin alîkarî da bêrîvanan û bi wan re pez dot û stran gotin. Aydin piştî pezdotinê ji bo ku balê bikşîne ser nexweşiya ALSê 16 satil şîrê ku bêrîvanan dot di ser serê xwe de da rijandin.
Aydin got ku ew ji parlementerê berê yê Çewlikê Husamettîn Korkuata, hunermend Kadîr Înanir û Mustafa Erdogan re meydanê dixwîne û destnîşan kir ku mebesta wî bi bêrîvanên Zozanê Mendîniyê re balê bikşîne ser nexweşiya ALSê ye.
Aydin bi bîr xist ku ji çar aliyê dinyayê ji bo vê nexweşiyê piştgirî hat dayîn û wiha dewam kir: "Gelek kesan alîkarî dan kampanyaya vê nexweşiyê. Hin kesan ava sa di ser serê xwe de kir û hin kesan jî bi rê û rêbazên din destek dan vê nexweşiyê. Piştgiriya me ya ku me bi bêrîvanan re da hinekî cuda bû. Înşallah ev şîr û keda bêrîvanan dê bibe sedema şifaya nexweşên ALSê."
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiya Colemêrgê Servet Taş jî piştgirî da Aydin û got ku ew ê jî wek ode hin pere razînin li ser hesabê bexşê yê nexweşên ALSê.