Türkan Tosun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku yek ji wan bajaran e ku ji hêla turîzma baweriyê va gelek girîng e û loma ji ber şeva leyletulqedrê qerebalixek mezin çêbû, welatî diçin ziyareta cihên qedîm.
Bajarê Şanliurfayê wek bajarê pêxemberan tê binavkirin û gelek kes ji bajarên din tên vir ku herin cihê Hezretî Îbahîm lê hatiye dinyayê û meqama ku Hezretî Eyûb lê çile kişandiye bibînin.
Welatiyên ku di nav wan de jin û zarok jî hene li der û dora Gola Masiyan bêhna xwe didin û li mizgeftên vir nimêja xwe dikin. Piştî nimêjê li Mizgefta Dergahê Rihê Pîroz ê Pêxember ziyaret dikin.
Ji welatiyan Ahmet Çetin û Hamît Kiran daxuyandin ku ew ji bajarên din hatine û dixwazin meqama Hezretî Îbrahîm û şikefta Hezretî Eyûb yên ku tê rîwayetkirin ziyaret bikin û şeva xwe li van cihên pîroz derbas bikin, diayan bikin.