28 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ŞANLIURFA
Penaberên sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe û ji ber zextên PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê 1,5 sal berê xwe spartin Akçakaleya navçeya Şanliurfayê, di nava şertên dijwar da li benda wê rojê ne ku vegerin ser warê xwe.
Penaberên ku piraniya wan jin û zarok in, li ser sînor li taxa Turgut Ozal li deverên xalî kon vegirtin û bi piştevaniya xêrxwazan jiyana xwe didomînin. Penaberên ku di nava şerên dijwar da ne, li benda wê rojê ne ku vegerin welatê xwe. Herwiha li nêv konan jin avê dikişînin û pê paqijiyê dikin, li hêlekî jî zarok li derûdorê tekerên otomobîlan peyda dikin û pê dilîzin.
Penaberên sûrî ji ber nêzîkbûna zivistanê jî di fikarê da ne ku jiyana konan dê bona wan dijwartir be.
Awad Feyadê ku bi mecbûrî digel malbata xwe li konan dimîne, daxuyanî da rojnamegeran û destnîşan kir ku ev 1,5 sal e li ser sînor di konan da li ber xwe didin û li çaverê ne ku PYD navçeyê vala bike.
Feyad di serî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, spasiya tevahiya Tirkiyê kir ku ji destpêka şer vir va xwedî li wan derket. Feyad got ku ew êdî dixwazin vegerin welatê xwe.
Fayyad destnîşan kir ku beriya şer heyateke wan a xweş hebû û wiha got: "Pêşiyê Esed, peyra DAEŞ û herî dawîn jî PYD/PKKya rêxistina terorê DYAyê em kirin vî halî. Heger tiliya rêxistinên terorê û hêzên din nekeve navê li Sûriyeyê aştî zû çêdibe. Ewqas kes mirin, ma têrê nake? Ji bo ku ev êş û êşkence biqede em her roj dia dikin."
- "Em li ser sînor disekinin"
Ele Evdilaya ku tevî dê, zarok û xwîşk û birayên xwe tenê maye diyar kir ku li Tirkiyeyê bi saya xêrxwazan debara xwe dikin û got ku ji bo vegerin welatê xwe em li ser sînor disekinin.
Evdilayê destnîşan kir ku ji ber gef û tundiya PYDyê welatê xwe terikandine û wiha xeberda: "Beriya ku ew werin bi awayekî em li Tel Ebyadê diman. PYD hat û me ji cî û warên me kir. Loma jî me xwe sipart Tirkiyeyê. Em bêriya welatê xwe dikin û her roj ji vir li Sûriyeyê dinihêrin. Ev têrê nake îcar alaya DYAyê aliqandine. Em dixwazin di nav hizûr û aramiyê da vegerin mala xwe û daxwaza me tenê ev e."