ADANA
Saziyên ku wek bin nêrdewan tên binavkirin, dixwazin şekir û şêrînayiyên ku di cejnê de gelek tên arezûkirin, bi pereyek kêm çêbikin. Ji ber vê yekê jî dibe ku di şertên ne tenduristî de bên çêkirin û madeyên sexte bên bikaranîn.
Cîgirê Giştî yê Yekitiya Serfkariyan Mustafa Dînç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku cejna remezanê nêz bûye, daxwazên welatiyan yên ji bo şêrînayiyê taybetî jî ji bo peqleweyê zêde bûn.
Dînç diyar kir ku dezgehên bin nêrdewanê ji bo ku peqleweyê erzan bifiroşin, serî li hin hîleyan didin. Dînç got ku divê welatî baldar bin ka peqleweya ku dê îkramê mêvanên xwe bikin li kû hatiye çêkirin û tê firotin. Divê tenê ji ber ku hinek erzan e, şêrînayiyên ku qalîteya melzemeyên wê nayên zanîn, nestînin.
"Şûna fistiqê şoqil, şûna gûzan jî leblebî"
Dînç diyar kir ji ber ku cejn nêz bûye dezgehên bên nêrdewanê zêde bûn û hin welatî jî bi wan dikin û wiha dewam kir:" Mixabin di mewzuata me ya hilberîna xurekan de gelek valahî hene û dezgehên di bin nêrdewanan de jî vê yekê bi kar tînin. Di rewşên asayî de divê kîloya peqleweyê di navbera 30 an jî 35 lîreyan de biguhere. Lê belê mirov dikare peqleweyê ji piyasê 8 an 9 lîreyan jî peyda bike. Di serde jî dema ku we ser hev kirî ev biha bêtir dadikeve. Ê baş vê şêrînayiyê çawa dikarin ku ew qas erzan çêkin? Mixabin bi bikarnanîna malzemeyên sexte dikarin vê yekê bikin. Wek mînak di şûna rûnê nivişk de, marxarînê bi kar tînin. Ji ber ku rengê fistiqan kesk e, ji bo ku kes pê nehise şoqilan dihêrin û têxin nav peqleweyê. Di şûna gûzan de leblebî, şûna şekirê de jî şerbeta garisan bi kar tînin. Ev yek hem xapandina welatiyan e, hem jî bi tenduristiyan re lîstine."
" Şekir û çîqolete"
Dînç diyar kir ku di şekir û çîqoleteyan de jî heman pirsgirêk hene. Dînç got ku rewşên normal de kîloya çîqoleteyê ji 30 lîreyî kêm nîne, lê belê mirov dikare beriya eydê kîloya wê bi 4 an jî 5 lîreyan peyda bike. Dînç destnîşan kir hinek ji wan bi marqeyên nas tên firotin û got ku divê welatiyên me erzaniya van tiştan nexapin. Di van tiştên ku di dezgehên bin nêrdewanan de tên çêkirin, ji bo tenduristiyê nebaş in.