Di sala 2009an de Odeya Pîşesaziyê ya Entabê ji bo ku peqleweya Entabê ya ku di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de bibû sedama niqaşê bê tescîlkirin, gav avêtibû. Piştî çar salan YEyê belgeya fermî ya serîlêndanê di Rojnameya Fermî ya YEyê de weşand.
Piştî ku serlêdan di Rojnameya Fermî ya YEyê de hat weşandin û di nav sê mehan de tu kesî bertek nîşan neda, Lijneya YEyê îro biryar da ku peqleweya Entabê tescîl bike.
Ji îro pê ve taybetmendiya peqleweya Entabê ew e ku ji Tirkiyeyê xwarina yekem a ku hatiye tescîlkirin e. Ji hêla din bû xwarina 16emîn a ku ji derveyî YEyê hatiye tescîlkirin.
Di lîsteya ku navê peqleweya Entabê tê de derbas dibe de, 1200 xwarin heye.