Muhammet Kurşun
13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ANKARA
Dema ku bavê herdu polêsên ku li Golbaşiyê ji aliyê derbekarên FETOyî hatin şehîdkirin bi navê Ehmed û Mehmed, Ali Oruç şiîra ji bo wan xwend Serkomar Recep Tayyîp Erdogan xwe negirt û giriya.
Li Kulliyeya Serkomariyê Bernameya Bîranîna Şehîdên 15ê Tîrmehê hat kirin û bavê herdu polêsên şehîd Ehmed û Mehmed Alî Oruç jî beşdarî bernameyê bû, li wir axaftinek kir û şiîra ku ji bo wan nivîsandibû xwend.
Ali Oruç wiha dest bi axaftina xwe kir:
"Ez bavê birayên cêwî Ehmed û Mehmed Ali Oruç im ku 15ê Tîrmeha 2016an ji aliyê xaînekî qehpe ve li Herekata Taybet a Golbaşiyê hatin şehîdkirin."
Bavê şehîdan wiha dewam kir axaftina xwe:
"Zarokên min Ehmed çavên min ê rastê, Mehmed jî yê çepê bû. Xwedê sebrê dide min ku ew şehîd in. Ez xwe tesellî dikim ku Xwedê şehadetê nake nesîbê herkesî."
Piştre ev şiîra ku ji bo zarokên xwe nivîsandibû xwend:
"Hûn çima nayên ji we herduyan yek?"
"15ê Tîrmehê derbeyek bû
Wî pîlotê xaîn qehpe li we jî xist, li Enqereya şewitan û nîştiman jî xist
Ehmedê min Mihemedê min, dilê min
Xeber da me emniyetê got şehîd bûne Ehmed û Mihemed
Li mala me çêbû rabû qiyamet
Hûn çima nayên ji we herduyan yek?"
Li ser vê şiîrê Erdogan û hemû kesên li salonê giriyan.