08 Mijdar 2015•Rojanekirin: 09 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê di operasyona ser YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê de H.Ayê hat diyarkirin ku berpirsyarê navçeya Ceylanpinarê ye, hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr da ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re di 31ê cotmehê de li Taxa Înkilapê ya navçeya Ceylanpinarê ji ber ku bombeya destan avêtibûn baxçeya Y.Ç lêpirsîn da destpêkirin, di encama lêpirsînê de hat tespîtkirin ku kiryarên bûyerê endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKyê ne.
Di encama xebatan de H.Ayê tê îdiakirin ku berpirsyarê navçeyê yê YDG-Hyê ye, hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku H.A beşdarî bûyerên di şeva 16ê tebaxê li Ceylanpinarê êrîşa çekdarî ya ser Amîriya Koma Hêzên Çevîk û di 9ê îlonê de bi kesên rûpoşkirî rêbirinê bûye.
Hat ragihandin ku çeka lûledirêj ya hat diyarkirin ku bersûc di êrîşa ser Amîriya Koma Hêzên Çevîk de bi kar aniye jî li şikeftekê di encama lêgerîna dedektorê de hat bidestxistin.
Di 31ê cotmehê de kes an jî kesên nasnameya wan nediyar teqemenî avêtibûn nav baxçeya Y.Çyê yê li taxa Înkilabê. Di encama teqînê de di malê de xisar çêbibû û der barê bûyera navborî de duh 4 kes hatibûn binçavkirin.