07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Mahmut Kasmanê ku li Siwêrega navçeya Rihayê ji bo ker, hesp û hêştiran palanan çêdike ligel pêşketina teknolojiyê hewl dida ku meslegê xwe bidomîne.
Kasman 50 sal e di dezgehê xwe yê 20 qeremetreyî yê ku li Taxa Hasançelebiyê ye palanan çêdike, ji ber ku di van salên dawiyê da zêde kes eleqeyê nîşanî palanan nade ji rojên zor derbas dibe.
Kasman di 10 saliya xwe da eva meslega ji bavê xwe hîn bû hetanî nika jî dev jê berneda, nika jî nikare ku ji xwe ra çiraxekî bibîne ku vî meslegî hînî wî bike. Kasman ditirse ku ev meslega bê jibîrkirin û ji holê rabe.
Kasman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku li gundan wesayît zêde bûn hejmara ker, hesp û heştiran jî kêm bû.
Kasaman diyar kir ku di şert û mercên zor da karê xwe didomîne, di 10 saliya xwe ji bavê xwe çêkirina palanan hîn bûye û ev 50 sal e vî karî dike û pê debara xwe dike.
Kasman destnîşan kir ku demekê ev meslega di rewacê da bû lê belê bi pêşketina teknolojiyê va êdî ber bi tunebûnê diçe û wiha axivî: "Bi pêşketina teknolojiyê û zêdebûna wesayîtan eleqeya ku nîşanî meslegê me didan roj bi roj kêm bû. Ev 20 sal e ez nikarim ji xwe ra çiraxekî bibînim û çêkirina planan hînî wî bikim."
Kasman diyar kir ku ji bo krêdiya piştgiriya meslegê ji vî sertîfîqayê dixwazin û wiha pê da çû: "Xêncî min tu hostayek nema ku sertîfîqayê bide min. Ji aliyê din va jî em mecbur in ku bacê bidin. Salê mehê carekê palanekî difroşim, ez ê çito pereyê qirêdiyê paşda bidim? Baca xwe çito bidim? Heke dixwazin meslegên ku ji holê radibin nedin jibîrkirin divê di dewsa qirêdiya bêfaîz da piştgiriya hîbeyê bidin."