Thomas Madsenê (25) ji Danîmarkayê du meh berê ji Estonyayê ji bo li dinyayê bigere derket rê û bi bisqilêta xwe hat Sarîqamîşa navçeya Qersê.
Madsen ji Letonya, Litvanya, Belarus, Ukrayna, Moldova, Romanya, Bulgaristan û Gurcistanê derbas bû û hat Erziromê, ji vir jî derbasî Sarîqamîşê bû. Madsen heta niha 5 hezar kîlomêtro rê hatiye.
Madsen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "4 sal e dixwazim bi bisqilêtê derkevim tûra dinyayê. Piştî ku haziriya min qediya ez derketim gera dinyayê."
Madsen diyar kir ku rêwîtiya bi bisqilêtê zor e, lê xweş e û wiha got: "Rojê 80-100 kîlomêtro bisqilêtê diajom. Li gor rê û hewayê carna diguhere. Di rê da li otêlên erzan û paqij dimînim."
Madsen destnîşan kir ku Tirkiye zehf xweş e û wiha dewam kir: "Ez ji Erziromê hatim. Min li Sarîqamîşê bêhna xwe da. Ez ê ji vir herim Azerbaycan, Ermenistan, Tirkmenistan, Ozbekistan û Tacikistanê û li Awistiryayê gera xwe temam bikim. Ez dixwazim di sal û nîvekê da gera xwe temam bikim."