ŞANLIURFA
Tirkiyeya ku destê xwe dirêjî gelên mezlûm ên li Rojhilata Navîn dike herî dawîn deriyê xwe ji bo sûriyeyiyên ku ji êrîşên li herêma Resûleynê reviyan vekir.
Tirkiye di her heyama dîrokê de bêyî ku ferq û mehliya ziman, niijad û mezhebê bike her dem ligel gelên ku hewcedariya wan bi arîkariyê heye, cî girtiye. Tirkiye di van demên dawîn de penaberên ku ji şerê navxweyî ya li Sûriyeyê reviyan, filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê de mexdûr bibûn, êzdiyên ku di encama êrîşên DAEŞê yên li Iraqê li benda arîkariyê bûn kiribûn mêvan.
Tirkiye bi qasî salek berê deriyên xwe ji 200 hezar kurdên sûriyeyî yên ku ji pevçûnên di navbera DAEŞ û hin komên kurdan ên li Kobanêyê reviyabûn re vekiribû. Tirkiye niha jî li hember sûriyeyiyên ku di bombebarana hêzên koalîsyonê ya li herêma Resûleynê û êrîşên komên kurdan de mexdûr bûn, bêdeng nema.
Tirkiye ji bo penaberên sûriyeyî li gelek bajêran navendên mêvandariyê ava kir û ji bo mêvanên xwe bi milyar dolarî pere xerc kir. Tirkiye digel kulfeta penaberan ji arîkarîheziya xwe tawîz neda û dîsa destê xwe xist bin "barekî arîkariyê" ya ku li dinyayê kes newêre wê bike.
-Xwedê ji welatiyên Tirkiyeyê razî be
Sûriyeyiyên ku malên xwe terikandin minetdariya xwe ya ji bo Tirkiyeya ku arîkariya wan kir, tînin ziman.
Ednan Ebûxaziyê ku ji gundê Elasela girêdayî Resûleynê reviya û ji Taxa Kepezliyê derbasî Rihayê bû daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku digel şerê li Sûriyeyê heta îro li herêma wan tu pirsgirêk tunebû.
Ebûxazî qal kir ku di van demên dawîn de ji ber bombebarana balafiran malên wan xira bûn û tiştên ku çandibûn şewitîn û got "Êdî ji bilî revê tu çareya me nemabû. Ez nizanim ka dê çi bibêjim. Piştî tîbûn û birçîbûnê em gihan vir, ev mûcîzeyek e, ez ji nû ve hatim dinê. Xwedê ji welatiyên Tirkiyeyê razî be."
Ehmed el-Berdanê ku bi qasî du sal berê ji ber pevçûnan xwe siparte Tirkiyeyê û li Rihayê bi cî bû jî li sînor li benda wê kêliyê ye ku dê bigihêje malbata xwe ma.
El-Bedran da zanîn ku ji navçeya Sûlûkê hat û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li herêma me berê tu pirsgirêk tunebû. Erazî û ajalên her kesî hebûn lê belê di van demên dawîn de balafir herêmê bombebaran dikin. Mal xirabûn, ji ber wê ev mirov tên Tirkiyeyê. Tu kes ji kêfa re nayê. Xwedê razî be, sûriyeyiyên li Tirkiyeyê gelekî rehet in. Em spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê dikin, heke deriyên xwe ji bo me venekirina niha her kes miribû."
-"Xêrxwazî di mîrateya me de heye"
Serokê Platforma Arîkariya Mirovahiyê ya Şanliûrfayê Osman Gerem daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku mirovên ji çandên cuda ev bi hezaran sal in ku li Tirkiyeyê bi hev re dijîn.
Gerem diyar kir wisa bawer dike ku Tirkiye wekî di rabirdûyê de dê di dahatûyê de jî arîkariya hewcedaran bike û got ku "Li vê axê jixwe mirov mîretaya ku ji kalikên xwe sitandine dijîn. Ev mîreta xwedîlêderketin û arîkariya hewcedaran e, ji bo kesên di rewşên dijwar de derî vekirine. Xêrxwazî di mîretaya me de heye. Em dê her dem wek dewlet bêyî ku ferq û mehliya ziman, dîn, neteweyê bikin, arîkariya hewcedaran bikin. "