WAN
Gokben Bagci û jina wî ya Fransiz Nicolas Ayme yên ku bi duçerxa xwe ve ji Fransayê derketin tûra dinê, di nava salekê de biqasî 10 hezar kîlomêtro rê çûn û gihîştin Wanê.
Bagci û Ayme salek berê ji Ewropayê bi duçerxa xwe ya pahn ve derketin rê û piştî 8 hezar kîlomêtro rê hatin Tirkiyeyê û li vir li bajarên ku rêya wan pê dikeve bi xwendekarên zanîngehê re tên bal hev û ji wan re qala serpêhatiyên xwe dikin.
Gerokên ciwan di konan de, li otêlan û li xaniyê ew kesên ku li ser înternetê naskirin dimînin.
Bagci û Ayme qasek berê gihîştin Wanê û li vir li mala kesên ku bi rêya medyaya civakî naskirin, bûn mêvan û herwisa bi xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê re hatin bal hev û qala serpêhatiyên xwe kirin.
Gokben Bagci li dû sêmînarê daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir piştî ku bi xanima xwe ya fransiz re zewicî ew li Enqereyê man û plana derketina tûra dinê jî xeyaleke zaroktiya wî bû û wiha domand:
Bagci got me ji wan kesên ku derketin tûra dinê û li mala me bûn mêvan, cesaret girt û me dest bi amadehiya xwe kir û wiha domand: "Me planeke ku dê 4 salan bidome amade kir û em di 14ê Nîsana 2014an de ji Fransayê derketin. Em wisa difikirin ku em ê tûra xwe di sala 2018an de kuta bikin."
35 kîlo maqerne xwarin
Bagci qala xwarina wan ya di rêwîtiyê de kir û wiha got:
"Me di tevahiya seyaheta xwe de 35 kîlo maqerne û 130 konserveyên masiyan xwar. Em 130 şevan di konan de, 11 şevan li otêlan û şevên mayîn jî em li mala hevalên xwe û li mala yên ku mazûvaniya me kirin, man."
Bagci destnîşan kir piştî kutakirina tûra xwe ya dinê ew dixwazin ku serpêhatiyên xwe bi tirkî, îngilizî û fransî binivîsînin.