Bi çekan êrîşî avahiya Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê kirin. Peywirdarên ewlehiyê jî gule barandin li ser êrîşkaran û di bûyerê de êrîşkarek mir, polêsêk jî birîndar bû. Terorîstê mêr ê ku piştî êrîşa li ser Midûriya Ewlehiyê reviyabû jî demek şûn de hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin yek ji wan jin du kesan gulebarandin li ser cihê ewlehiyê yê li ber deriyê mezin ê avahiyê. Ji ber ku peywirdarên ewlehiyê jî li hember êrîşî gule barandin û demekî kurt pevçûn derket.
Di pevçûnê de êrîşkara jin hat kuştin, polêsêk jî birîndar bû. Terorîstê mêr ê ku piştî êrîşa li ser Midûriya Ewlehiyê reviyabû hat girtin.
Kolanê ji hatûçûyê re girtin û ekîbên tenduristiyê jî sewqî cihê bûyerê kirin.