30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bidlîsê bi germbûna hewayê va welatî derketin peravê Behra Wanê.
Li perava ku dirêjahiya wê 6 kîlometre ye hin welatî li bisikletê siyar bûn hin welatî jî meşiyan.
Hin malbatan jî hewaya germ wek firsend dît û li baxçeyên çayê kêfa rojê derxistin.
Welatiyan got piştî demeke dirêj hewa germ bû, pey zivistaneke giran kêfa gera li peravê derdixin.