VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê, ji ber berf û pûkê li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê rêya 282 gund, tax, mezra û goman hat girtin.
Şaredariya Mezin a Wanê daxuyand ku li herêmê ji ber berf û pûkê rêya 51 tax û 74 goman ji çûnûhatinê re hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîmên rê paqijkirin û vekirinê, ji bo rêyan ji çûnûhatinê re vekin xebatên xwe didomînin û plandikin ku di demeke kurt de rêyan ji çûnûhatinê re vekin.
Ji ber berf û pûkê li Bidlîsê rêya 36, li Mûşê rêya 71, li Hekariyê rêya 12 gund û 38 mezrayan ji çûnûhatinê re hat girtin. Li giştiyê herêmê tîmên rê vêkirinê bê navber dixebitin.