Li Aydinê keçikeke bi navê Rabîa Asrak (16) ji ber ku ji ling û milên wê seqet e, bi pêçiya lingê xwe yê rastê ve wêneyan xêz dike û ew ê pêşangeha xwe ya wêneyan a 3emîn veke.
Rabîa Asrak li taxa Osman Yozgatliyê bi malbata xwe ve dijî û heta niha 300 wêne xêz kirine.
Asrak ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew zikmakî seqet e û ji ber vê nikare lingên xwe û milên xwe bi kar bîne û wiha axivî:
"Ez 5 sal berê li navendeke rehabîlitasyonê ya taybet fêrî wênexêzkirinê bûm û ji wê rojê pê ve min du pêşangeh vekirin. Niha ji bo ya 3emîn amadehiyan dikim. Dema ku mirov ezm û cehd bike dikare her tiştî bike. Ez dixwazim ji kesên wekî min astengdar re bibêjim ku tu carê nebêjin zor e û bi hunerê re eleqedar bibin."
- Mirov metel dimînin
Asrak got ku dema mirov wêneyên wê dibînin dibêjin ku "em bi destên xwe ve nikarin çêbikin, tu bi lingê xwe ve çawa xêz dikî?" û wiha axivî:
"Te dît çawa ku şitlek bi tena serê xwe mezin bibe, divê ya min jî şaxeke min hebe ku ez jî mezin bibim. Ez bi lingê xwe ve wêneyan çêdikim, lê ez naxwazim ku bi tenê wêneyên wiha xêz bikim. Ez dixwazim wêneyên ku bi boyaxa rûnî ve tên çêkirin xêz bikim û vî karî bi hurgilî hîn bibim. Xiyala min a herî mezin ew e ku ez wêneyekî wiha çêbikim û diyarî bavê xwe bikim. Dixwazim bila li dîwêr daliqîne û bibêje 'ev wêne wêneyê qîza min e'. Ji bo ku ez bêtir tiştan hîn bibim ji rayedaran alîkariyê dixwazim."
Bavê Rabiayê Ercan Asrak jî daxuyand ku ew bi qîza xwe serfiraz e û ji bo ku ew bêtir serkeftî bibe bila piştgiriya wê bê kirin.