İbrahim Atmaca
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2019
Li Orduyê herdu xwişkên cêwî Neslîhan û Nagihan Cunî bi herdu birayên cêwî Mustafa û Mehmet Uslu ra zewicîn.
Mustafa û Mehmet Usluyê cêwî çendek berê Neslîhan û Nagihan Cuniya cêwî ku li navçeya Çaybaşiyê dijîn, nas kirin.
Mustafa Uslu û Neslîhan Cuniyê, Mehmet Uslu û Nagihan Cuniyê li hev kirin û biryara zewacê dan.
Xwişk û birayên Cunî û Uslu piştî merasima destgirtinê ji bo ku dewata xwe bi hev ra bikin, roj danîn.
Herdu bûk û zavayên cêwî dewata xwe li taxa Ataturkê di salona dewatê da kirin.