10 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
BITLÎS
Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê tirek li konvoya wesayîtên diçûn dewatê qelibî. Di qezayê de kesek mir û zava jî di nav de 21 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan tira ku plaqeya wê 33 CBF û şofêrê wê Feyyaz Sanci bû, li taxa Aşagisuphanê wesayîtên dewata Mehmet Talay û Kîraz Oymenê qelibî.
Şofêrê tirê Feyyaz Sanci li cihê qezayê mir. 21 kesên ku di nav de zava Mehmet Talay jî heye, birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Adilcewaz, Xelat, Tetwan û Bidlîsê.