IGDIR
Xebat tê meşandin ku çala meteorê ya li quntara Çiyayê Agiriyê, li Zozana Korhanê bibe cihekî turîstîk.
Çal nayê zanîn ka kengê çêbûye, 35 metro kûr e û 200 metreqare jî fireh e.
Midûrê Turîzm û Çandê yê Bajêr Engîndenîz daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku heta niha tu xebatek ji bo vê meteorê nehatiye kirin û dê projeyekê amade bikin û wiha axivî:
"Çala meteorê li hêla Deşta Îdirê, Zozanê Korhanê ye. Li Zozanê Korhanê kela, goristanên dîrokî û berhemên din jî hene. Ev meteor ji bo me bû avantajek. Em dê wê biparêzin û bikin cihekî turîstîk. Çala meteorê ya li Agiriyê di dinyayê de tê nasîn. Ev meteor jî ji wê kêmtir nîne. 35 metro kûr e û 200 metreqare fireh e. Armanca me ew e ku em bala turîstan bikşînin ser herêma Îdirê."