14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
ŞANLIURFA
Herdu birayên ji Şanliurfayê Sezer û Menan Agolday yên ku bûn şampiyonê Tirkiyê yê Kick boks û muay thaideê, seba ku bibin şampiyonê dinyayê cehd û xebatê dikin.
Antrenorê Tîma Kick Boksê ya Neteweyî Murat Akaltun ku xelkê Şanliurfayê ye, di lêkolîna xwe ya tespîtkirina ciwanên xwedan şiyan ya li deverên paşdemayî yên bajêr da ew li navçeya navendê Eyyubiyeyê rastî Sezer Agoldayê 20 salî hat û wî eleqeya Sezer a bona werzişa şer ferq kir.
Akaltun, Sezer Agolday vexwend salona werzişê û piştî xebata 3 salan Sezer hêdî hêdî navê xwe li Tirkiyê da bihîstin.
Sezer paşê birayê xwe Menanê ku 4 salan jê piçûktir e jî anî salonê.
Di kurtedemekê da Sezer Agolday xwe îspat kir û par di Şampiyonaya Muay Thaiyê ya Tirkiyê ya li Aydinê da di kategoriya mezinan da, birayê wî Menan jî di ya piçûkan da bûn şampiyon.
Sezer herî dawî jî 3 meh berê beşdarî Şampiyonaya Kick Boksê ya Kûpaya Ewropayê bû û li vir digel ku seqetiya xwe, di heman kategoriyê da di fînalê da bû duyemîn.
Menan jî li Edenê di Şampiyonaya Kick Boksê ya Tirkiyê da bû yekemîn.
Birayên Agolday niha jî bona ku bibin şampiyonê dinê li heman salonê cehd û xebatê dikin.
- Digel hev rahênanê dikin
Sezer di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew ji sporê pir hez dike û wiha xeberda, "Hedefa min ew e ku înşallah ez navê welat û bajarê me wekî şampiyon bidim ragihandin."
Menan jî diyar kir ku ew bêtir ji Kick Boksê hez dike û wiha xeberda, "Kekê min pir alîkariya min dike. Bona pêşerojê hedefa min ew e ku alaya tirkan hilgirim, bilind bikim. Ez dixwazim bibim şampiyonê dinyayê. Ez kekê xwe ji xwe ra mînak digirim. Em digel hev rahênan dikin. Em li salonê jî dixebitin."
- Akaltun: "Di serkeftina wan da para birabûnê jî heye"
Antrenorê Tîma Kick Boksê ya Neteweyî Murat Akaltun jî diyar kir ku wî di warê boks û muay thaiyê da gelek werzişvan perwerde kirin.
Akaltun destnîşan kir ku herdu bira hevdu motîve dikin û wiha got, "Di serkeftina wan da para birabûnê jî heye."