Cezayê heta hetayî dan jina ku sala par li Golcuka navçeya Kocaeliyê di tetîla eydiyê de dergûşa xwe ya 2 mehî di mal de bi tenê hîştibû û çûbû Hatayê cem malbata xwe û bibû sedema mirina dergûşê.
Murat Yamanê parêzerê Seçîl Muge Doganaya bersûc a girtî, bavê wê, bira û xuşka wê, Ayşe Îpek Şenera parêzera Tayyar A.yê bavê dergûşê beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn ya Kocaeliyê bûn.
Di rûniştinê de parêzer Yaman soz hilda û diyar kir ku muwekîla wî Seçîl Muge dergûşa xwe teslîmî hevalê xwe yê Metîn Ş. kiriye, di rapora dada tipê de jî hatiye eşkerekirin ku dergûş 7-8 rojan jiya ye, ji ber vê yekê jî meriv nikare bêje ku bi zaneyî kuştiye.
Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir ku dergûş bi zanayî hatiye kuştin û cezayê heta hetayî ya giran da Muge Doganayê.
Bercûs Doganay dema ku ji dadgehê derdiket xuşka wê jê helalî xwest û Doganay jî qêriya û wiha got: "Ez heqê xwe li we helal nakim."