Türkan Tosun
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Li Sêrtê endamên "Koma Hêvî Li Ba Te Ye"yê duçerxiyek diyariyê zarokekî 10 salî kirin.
Duçerxiya Abdullah Turhanê 10 salî tunebû, lê xeyala wî her tim duçerxiyek bû.
Ciwanan Abdullah ji mala wî hildan birin parkê, li wir cil û bergên palyaço û Mîckey Mousêê li xwe kirin.
Li parkê ciwanan duçerxiya ku xemilandine wek diyarî dan Abdullah.
Abdullahê duçerxiya xwe siwar bû ji ber kêfxweşiyê tur avêt.
Endamên komeleyê gotin wan demek berê jî duçerxiyek diyariyê zarokekî simîtan difroşe kiriye û ewê van karûbarên xwe bimeşînin.