Şener Toktaş
27 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2022
Gola Krater a Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê ya ku gola herî mezin a krater ya Tirkiyeyê ye bi rengên payîzê xemilî û ji hêla ziyaretvanan va tê ziyaretkirin.

Gola Nemrûdê di çarçoveya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Bêhempabûnê" sitandiye û van rojan ji ber payîzê gelek kesên ku dixwazin wêneyan bikşînin tên herêmê.
Ziyaretvanê golê Mehmet Enis Ok diyar kir, pir kêfa wan bi hewa û xwezaya Nemrûdê ra tê.

Ok bal kişand ku li herêmê dema xwenîşandana bedewiyên payîzê ye û wiha dewam kir, "Me keys li hewaya xweş anî û em hatin vir. Me xweza û dîmenê golê pir eciband. Divê meriv were dîtin û gera vir. Ciyekî pir xweş e."
Xwendekara Beşa Radyolojiyê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê Şevval Orena Şirnexî jî diyar kir ku ew tevî hevalên xwe hatin ger û dîtina Gola Krater a Nemrûdê û wan gol û dewrûbera wê pir eciband.
Xwendekarê Mêrdînî Sercan Terece jî wiha got, "Ev cara ewil e em tên vir û me pir eciband. Tirkiyeya me xwedî erdnîgariyeke pir bedew e. Nemrûd di serî da gelek ciyên xweş li Bidlîsê jî hene."