Abdullah Tel
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Çiyayê Nemrûdê yê ku li serê merzelekî meziniya wî 150 metreye û peykerên qirase yên ji Qraltiya Kommageneyê wek mîrate mane cih digirin û bi vê taybetiya xwe jî di nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye ber bi van rojên zivistanê va hê jî qelebalix e.
Ziyaretvanên ji çar aliyê Tirkiyeyê û dinyayê tên Çiyayê Nemrûdê ku li ser bajarê Adiyamanê ye him berhem û mîretaya dîrokî dibînin, him jî dibin şahidê hilhatina rojê û ji aliyekî va jî dema roj diçe ava reng û şemalên dertên holê bi çavên serê xwe dibînin.
Çiyayê Nemrûdê di mehên zivistanê da ji ber şert û mercên zor û zehmet bi qasî demekî ji bo ziyaretkirinê tê girtin lê îsal ji ber ku dinya li gor salên borî germtire çûn û hatina ber bi Nemrûdê va hê jî didome.
Ji bo tûrîstan qewlê ziyaretkirina Çiyayê Nemrûdê îsal di meha nîsanê da dest pê kiribû û ji wê rojê heta niha 160 hezar kes wek tûrîst li Çiyayê Nemrûdê geriyan.
- "Em bi kêfxweşî li wê dema ku roj diçe ava mêze dikin"
Ji ziyaretvanan Cemal Çelebî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Stenbolê bo gerê hat Adiyamanê û xwest ku Çiyayê Nemrûdê jî bibîne û paşê ji bajêr veqete.
Çelebî got ku Çiyayê Nemrûdê cihekî gelek xweş e û wiha pê da çû: "Piştî meşeke bi zor û zehmet em gihîştin serê vî çiyayî. Lê evder bi qasî derketin û dîtinê heye."
Merve Erdem a ji derveyê bajêr hatibû jî diyar kir ku wê xwest berî dinya sar bibe derkeve serê Çiyayê Nemrûdê û wê menzereya bêhempa bibîne.
Soner Yilmaz ê ji Hopaya navçeya Artvînê hatine Adiyamanê jî got ku ji bo gerê hatin Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û wiha dewam kir: "Ji vê derê temaşekirina dema ku roj diçe ava, gelek xweş e. Evder cihekî gelek xweş e. Em li vê derê gelek wêneyan dikişînin."
Ji ziyaretvanan Naciye Cenevîz û Umran Yildizê jî gotin ku Çiyayê Nemrûdê bi qasî qal tê kirin heye û dixwazin ku herkes bê û bi çavên serê xwe mîrata dîrokî ya ji Qraltiya Kommageneyê mane, bibîne.