Fatih Gazioğlu
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 27 Mijdar 2019
Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê yên ku ji bo gelek nexweşiyan dibin şîfa ji welatiyên herêmê eleqeyeke mezin dibîne.
Diyadîna navçeya Agiriyê bi germavên xwe balê dikşînê. Ji ber germavên xwe Diyadîn di turîzmê de bûye cihekî girîng û navdar.
Her sal gelek kes ji bajarên derûdorê tên navçeyê û dikevin van germavan ku ji nexweşiyên xwe xilas bibin.
Welatî pirani ji ber romatîzma û nexweşiyên çerm germavên Diyadînê tercîh dikin.
Orhan Ozdenê li germavê dikandar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku welatî herî zêde beriya zivistanê tên germavan. Ozden got ku di salên dawîn de eleqeya welatiyan ji bo germavê zêdetir bûye û wiha aixivî:
"Ez ji xelkê Agiriyê me û li Îzmirê dimînim. Ez piştî demekê hatim navçeya xwe û min ev tesîs ava kir. Ava van germavan ji bo gelek nexweşiyan baş e. Ji nexweşiyên wek çerm, ba, gurçik, rovî û gelek nexweşiyên din re feydeya wê heye. Germahiya hewa niha ketiye bin sifirê lê dîsa jî eleqeya ji bo germavan kêm nabe. Li otelên me cî tune ye. Li vir qasî 10 dikanî hene û karê hemûyan jî gelekî baş e."
Ozden got ku ji Îranê jî gelek turîst tên germavê û wiha aixivî:
"Germahiya ava germavê di navbera 70 û 75 pileyan da diguhere. Li vir ji bona jinan hewûzên cuda jî hene. Şikir karê me baş e. Armanca me bi tenê ew e ku em vê derê bikin ciyekî moderntir û xweştir. Em niha ji bo vê hedefê dixebitin."