ŞANLIURFA
Li Rihayê xwendekarên pêşdibistanê û dibistana seretayî bi malbatên xwe re ketin dersa ewil.
Îro zengil ji bo xwendekarên biçûk lê da. Li bajarê Rihayê di çarçoveya bernameya oryantasyonê ya dibistanê de, xwendekarên biçûk ên pêşdibistanê û dibistana seretayî îro dest bi dersan kirin.
Ji bo ku xwendekarên biçûk hînê dibistanê bibin, hefteyek zû dest bi dibistanê kirin û hat çaverêkirin ku malbat û xwendekarên biçûk roja ewil gelekî bi kelecan bûn.
Xwendekarên biçûk dê di çarçoveya bernamaya hînbûna dibistanê de, di çavdêriya mamosteyan de, beşdarî hin çalakiyan bibin. Di serî de fergeh û mamosteyên xwendekaran diyar bûn, dawiyê xwendekar çûn fêrgehên xwe û heval û mamosteyên xwe nas kirin. Hin zarok bi dayîkên xwe re di fêrgehê de rûniştin, ev yek gelekî bal kişand.
Mamosteyan got ku şagirt dê di vê oryantasyonê de dibistan, mamoste, heval, fêrgeh û hawirdorê binasin.