Haydar Şahin
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
HATAY
Li Hataya ku meriv ji ber germê difetise jin bi firingiyên ku ji zevî û baxçeyan kom kirine va salçeyê çêdikin.
Li erdên bi ber û bereket ên Behra Sipî ya Rojhilat li zeviyan gelek cure mêwe û sebze tên çandin û dema dibe havîn jî di nav jinan da qerebalixiyek çêdibe û jin dest bi çêkirina zedê dikin.
Jin mêwe û sebzeyên li zeviyan diajon va tevkariyê didin aboriya malbata xwe û ji hêla din va jî ji bo zivistanê amadehiyan dikin.
Jinên ku li navçeya Hesayê tên ba hev aliyê hev du dikin û ji mêwe û sebzeyan ji bo zivistanê xurekê amade dikin.
Jin ji bo çêkirina salçeyê mesaiyê dikin, tametêsên ji zevî û baxçeyan kom kirine jê dikin û ji bo ava xwe bide rojekê wan didin sekinandin.

Paşê tametêsan dixin telîsan û bi alîkariya mêran dihincirînin û ava wan derdixin.
Ava tametêsan hetanî tîr dibe di qazanan da dikelînin, piştî ku dibe salçe jî dixin şûşeyan û ji bo zivistanê vedişêrin.
Hin jin jî hûndirê balîcan, îsot û kundiran derdixin, bi ta va dikin û bo hişk bibin dadileqînin. Bi vî awayî sebzeyên havînê xirab nabin û hetanî zivistanê dimînin.

Jin tirşiyê dadigrin, ji hêjîr, tirî û qeysiyan jî reçelê çêdikin.
- Herî zêde salçe diwestîne
Zubeyde Gokçeya bermalî diyar kir ku ji amadehiyên zivistanê herî zêde salçe merivan diwestîne.
Gokçeyê destnîşan kir ku tehma salçeyan wan ji salçeyên hazir xweştir e û wiha pê da çû: "Ji bo sifreya xwe ya zivistanê em bi cînarên xwe ra tên ba hev. Qasî ku salekî têra me bike vediqetînin û yên din jî difroşin û tevkariyê didin debara mala xwe. Salçe û ûmrên me yên din tebiî ne. Tiştekê din tev nakin."