ÎSTANBÛL
Bi zivistanê re rewşa sûriyeyiyan her ku diçe xerab dibe. Lewra pêwîstiya wan bi xurek û xwarinan heye lê hingî ku diçe kêmasiya van tiştan zêde dibe. Gelek kes ji ber van kêmasiyan li ber mirinê ne. Li Heleb û Xûmsê 2 zarok ji ber seqemê qefilîn û can dan.
Hêzên rejîma Sûriyeyê bi mehan e ku bajarê Xûmsê dorpêş kirine. Aktîvîstên li herêmê diyar kirin ku zarokeke 1 salî ji ber seqemê qefiliye û can daye. Dîmenên wî zarokê ku can dabû jî, li ser înternetê hat belavkirin. Di dîmenê de tê dîtin ku pitika 1 salî bi betaniyê hatiye pêşandin lê bêrih e.
Ji aliyê din ve Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) jî diyar kirin ku li Helebê jî pitikeke 6 mehî ya bi navê Huseyn et-Tawiyl ji ber sermayê qefiliye û miriye.
- Ji SMDKyê banga alîkariyê
SMDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku welatiyên li herêmê ji ber şer, pevçûn û dorpêçiya hêzên rejîmê di nav tengasiyê de ne û heke alîkariya mirovahî neyê kirin dê gelek kes ji ber tunebûna xurek û xwarinê bimirin. Hat diyarkirin ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê xetereya xelayê dê li ser 4 milyon kesên ku li malên xwe ne û li ser 2 milyon kesên ku xwe spartine welatên derdorê jî bi bandor be.
SMDKyê ji bo alîkariyê bangî saziyên alîkariyê yên li çar aliyê dinyayê kir û destnîşan kir ku heke alîkarî neyê kirin di serî de pitik, zarok, kal û pîr gelek kesên din dê ji ber xelayê û seqemê can bidin.