Abdullah Söylemez
18 Îlon 2021•Rojanekirin: 19 Îlon 2021
Li Gîhadîna navçeya Agiriyê dema ji zozan vegerînê çêlekek di berwarê da ket û birîndar bû û di gelî da mehsûr ma û ji bo xilaskirina wê bi qasî 8 saetan xebat hat kirin rêya nû hat vekirin û çêlek hat xilaskirin.
Ahmet Koçê mehên biharê berê xwe dabû zozanan bi nêzbûna zivistanê va dewarên xwe bi rê xist û berê xwe da Îdirê.
Koç dema hat nêzî gundê Karataşê çêlekeke wî ji berpalê çiyê da gêr bû û kete gelî û wî hewl da çêlekê xilas bike lê ji heq nehat der û xeber da mixtarê gund û ji gundiyan alîkarî xwest.
Şêniyên gund ên hatin cihê çêlek lê bû û ew jî ji heq meseleyê derneketin û xeber dan ekîbên cendirmeyan.
Ekîbên Cendirme, Îdareya Taybet a Bajêr, şaredarî û Aras EDAŞê yên hatin cihê bûyerê dest bi xebatê kirin.
Ekîban ji bo çêleka ku li herêma rêya wê tuneye xilas bikin qasî 8 saetan xebitîb, rêya nû vekirin, çêleka birîndar ji wê derê derxistin û teslîmî xwediyê wê kirin.