İbrahim Atmaca
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Li Qersê cûcikên qazan berdan çêre û zarok zarok qazvaniyê dikin.
Li Qersê goştê qazan meşhûr e û di nav tehmên herêmê yên sereke da ye. Bajêr di xwedîkirina qazan da li Tirkiyeyê bûye marqe. Gelek kes ji bi xwedîkirin û firotina qazan debara xwe dikin.
Kesên ku qazan xwedî dikin, payîzê wan difroşin û bi wî pereyî va zarokên xwe didin xwendin.
Li gundê Kuyucaka ser Arpaçayê jî cûcikên qazan pir baş tên xwedîkirin.
Cûcikên qazan ku jê ra "bîlîk" tê gotin, bi germbûna hewayê ra berdidin çêrê, lê carinan rastî êrîşa qijik, rovî û heywanê kovî tên.
Ji ber vê yekê jî cûcikên qazan hetanî ku givrikî bibin zarok diçin ber wan û ji êrîşan diparêzin.
Zarok dawiya hefteyê û nav hefteyê piştî ku ji dibistanê vedigerin, dicivin û diçin ber cûcikê qazan. Zarok ji aliyekê va miqatî cûcikan dibin, ji aliyekê va jî ji xwe ra dileyîzin.
Zarok carinan jî li ber cûcikên qazan spartekên xwe çêdikin.
Ji zarokan Emre Can Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew piştî ku ji dibistanê tê, bi hevalên xwe ra diçe ber qazan.
Aktaş got ku ew li ber qazan him nahêlin ku heywanên dirinde zirarê bidin cûcikan him jî pirtûk dixwînin û ders dixebitin.
Ji zarokan Fatma Aydinê jî got cûcik heta ku mezin bibin ew diçin ber wan û wan ji heywanên wek rovî, qar û qijikan diparêzin.