Abdullah Tel
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
Karoka kîmiyê ya bi tenê di meha nîsanê da derdikeve ji ber tehma xwe ya xweş tevlî goşt tê kirin û jê kebab tê çêkirin.
Li Rihayê hezkirên vê tehmê gelek in û çawa ku wextê karoka kîmiyê tê berê xwe didin kebabfiroşan.
Mezinahiya karokên kîmiyê yên ji bin erdê tên derxistin bi qasî kartolê ye û bi piranî jî piştî barana meha nîsanê ew ji palên çiyayê Qerejdax û Tek Tekê tên derxistin.
Karoka kîmiyê yên ji bin xweliyê piştî ku tên derxistin tînin pêş hostayên hêja yên bajêr û tên hûrkirin. Hostayên zana karoka kîmiyê û goştê kebabê li nav hev dixin û paşê bi hev ra li şîşê dixin.
Kebaba kîmiyê piştî ku pijiya bi pîvaz û bacikên biraştî va ji bo hezkirên wê yên bi mehan li bendê sekinîne tê servîskirin.
Ber û bereketa karoka kîmiyê li ser barana salê ya li herêmê ye û dema hişkayî zêde be karok jî kêm derdikeve û biha tê firotin.
Porsiyona kebaba kîmiyê îsal ji ber hişkayiyê bi 35 lireyî tê firotin lê ev biha ji bo hezkirên kebabê ne tişteke. Lewra ew di şûna bihayê da li hebûn û tunebûna karoka kîmiyê mêze dikin. Dema karok zêde be mehekê kêf dikin lê salên karoka kîmiyê kêm derdikevin jî heya ji destê wan bê xwe ji vê tehmê mehrûm nahêlin û carekê be jî teqez kebaba kîmiyê dixwin.
Ji hostayên kebabê Şukru Akkuşê ku li bajêr tê naskirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Wextê bihar tê têlefonên me nasekinin. Çêkrina vê kebabê jî zehmet e, herkes nikare çêke û merîfetê dixwaze. Ev 43 sal in ku ez vî karî dikim ji bo min ne zehmet e. Îsal ji ber hişkayiyê kîloya karoka kîmiyê biha ye lê welatî qet napirsin lewra ji ber ku zanin di salê da carekê ew jî bi qasî mehekê ev tehm heye û xwe jê mehrûm nakin."
Ji hezkirên kebaba kîmiyê Serkan Kiliç jî diyar kir ku ev kebab li her loqinteyê nayê çêkirin û wiha pê da çû: "Ev li her derê nayê çêkirin, lewra mirov kebabên din dikare sal û danzdeh mehan bixwe lê ev wisa nîne. Di salê da bi tenê qasî mehekê dikarî bixwî û ji wê şûn da tuneye. Karoka kîmiyê bi tehma xwe ji goşt kêmtir nîne û ew tehmeke din a xweş dide goşt."