Abdullah Tel
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
ANKARA
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê Îsmaîl Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê germahiya hewayê li gor salên borî ji demsalê zêdetir e.
Guneş destnîşan kir ku di mehên pêş me da wê germahiya hewayê zêdetir bibe û tesîra wê herî zêde jî wê li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bê hîskirin û wiha pê da çû: "Em wisa texmîn dikin ku di meha hezîran, tîrmeh û tebaxê da wê germahiya hewayê li gor demsalê bi qasî 2-3 pile zêde be."
- "Em îsal wek sala herî germ a sêyemîn dihesibînin"
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê Guneş destnîşan kir ku germahiya hewayî di 10 salên dawîn da li gor demsalê zêdetir in û wiha pê da çû: "Sala 2010î ji bo Tirkiyeyê sala herî germ bû. Em îsal jî wek sala herî germ a sêyemîn dihesibînin."
Li gor texmînan di salên pêş da wê li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê baran wê piçekî kêm bibare.