Önder Beyter
06 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Li Kilimliya navçeya Zonguldakê karkerên ku di kanên komirê da dişixulin paşîva xwe ya ewil di binê erdê da kirin.
Li bajarokê Gelikê karkerên ku di kana madenê ya şîrketeke taybet da di mesaiya 00.00-08.00an da dişixulin, bi nêzîkbûna dema paşîvê ra di binê erdê da li ber şewqa baretên xwe dar û qalas dan ber hev û kirin mase.
Karkeran bi bacanên sor, xiyar, îsot, penêr, zeytûn, konserve û nan ku bi xwe ra anîbûn, di hundirê kanê da bi destê xwe yên tenî paşîva xwe kirin û bi berî bangê niyeta rojiyê anîn û dia kirin.
Karker dû ra rabûn ser xwe û dest bi şixulê xwe kirin.
Karkerê kanê Yildirim Turhal ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ev qedera 11 salan e ew wekî karkerê kanê dişixule û wiha dewam kir, "Em ji mal û eyalê xwe dûr paşîvê dikin. Ev karê me ye. Ji ber vê çendê jî em paşîva ewil a meha remezanê di kanê da dikin. Xwedê qeza û bela nede kesî. Kankerî karekî dijwar e. Ji pîşeyên herî dijwar ên dinyayê ye. Binê erdê pir cuda ye."