PEKÎN
Li gor nûçeya ajansa Şîhûayê hatibû diyarkirin ku di teqîna duh de 22 karker di kana komirê de asê mabûn.
Li Herêma Serbixwe ya Ûygûrk a Çînê di kana rêjiyê de teqîna grîzûyê pêk hat û 21 karker mirin.
Rayedaran destnîşan kir ku di kanê de 34 karker dixebitîn û di dema teqînê de ji wan 12 karker ji cihê bûyerê revîn û xwe xelas kirin.
Hat diyarkirin ku karkerekî din jî ji kanê hat xelaskirin û der barê bûyerê de jî lêpirsînê dest pê kir.