KARS
Li Qersê germahiya hewayê xwe gihande 30 pîleyî, lê belê cotkar hem rojî digrin û hem jî di zevî û karên giya de dixebitin.
Li herêmê îsal jî Remezan û giyaçinîn di ser hev de hatin, ji ber vê jî cotkar gelek di tengasiyê de man. Kesên ku mêrgên wan rast û dûz in bî makîneya çinînê û motoran ve, yên din jî bi tirpanan ve giyayên xwe diçinin û bi tirmixa hespan ve tirmix dikin.
Tirpankêş şebeqê zû tên ber serê mêrgê, pêşiyê li ser orxan tirpanên xwe dikutin û paşê jî tirpanên xwe masat dikin û dest bi çinînê dikin.
Welatî hem ji bo debara xwe bikin û hem jî ji bo heywanên xwe alifê zivistanê bidin ser hev, di hewaya germ de ji şebeqê heta êvarê tirpanê dikişînin. Cotkar gihayê ku diçinin bi tirmixa hespan ve didin ser hev û paşê jî bi motor an jî bi erebeya hespan ve dibin malên xwe.
Murat Çamliyê cotkar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku debara xwe bi cotkariyê dikin û wiha axivî: "Em şebeqê zû diçin ser mêrg û zeviyên xwe. Ji ber ku em rojî digrin di nav rojê de bîna xwe didin û wisa dixebitin. Ji Xwedê re şikur Remezan baş derbas dibe, lê belê tîbûn zor e. Em ji bo ku hinekî hênik bibin her tim dest û ser çavê xwe dişon."
Serokê Odeya Ziraetê yê Sarîqamîşê Nesîm Gok jî destnîşan kir ku di van salên dawiyê de giyaçinîn û Remezan di ser hev de hatin, ev jî ji bo cotkaran zehf zor e.
Gok, got ku daxwaza wan ew e ku îsal saleke bi ber û bereket be û wiha axivî: "Em her sal di serê tîrmehê de dest bi giyaçinînê dikin. Lê ev çend sal in Remezan jî di tîrmehê de ye. Cotkarên me rojiyê jî digrin û ji ber vê yekê jî tengasiyê dikişînin. Ji aliyê din ve îsal mêrg û zevî bi ber û bereket in, ev jî kêfa cotkaran xweş dike. Her kes ji halê xwe memnûn e. Cotkarên me pirî caran şebeqê zû diçin ser mêrgên xwe û di hênikahiya sibê de giyayên xwe diçinin."