Li Bîngolê cotkar di rojiya meha remezanê de tirpanê dikşînin, ji bo heywanên xwe amadehiya zivistanê dikin û giya lod dikin.
Cotkarên li gundê Gozerê di heyama giyaçinînê ya ku rastî meha rojiyê hat de jî vala nasekinin û wekî her sal karê xwe dîsa di heman wextê de dikin. Bi tirpanê giya diçinin û bi tirmixê jî top dikin, dikin gurz û ji bo heywanên xwe amadehiya zivistanê dikin.
Ji cotkaran Feyzullah Kîşeçok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku digel rojî û germahiya rojê mecbûr in ku tirpanê bikin û wiha pê de çû: "Heke di wextê de neyê çinîn wê demê giya hişk dibe. Li vê derê kevir pir in û ji ber vê jî em bi tirpanê giyayê vê herêmê diçinin. Êm û ceh pir biha ne. Ji ber vê jî em ji xwe re giya diçinin ku zivistanê bikaribin bidin heywanên xwe. Her malbat 4-5 çêlekan xwedî dike. Ji bo ku mesrefê me hindik bibe em giya ji bo debra zivistanê berhev dikin. Em rojiya xwe jî digirin û tirpana xwe jî dikin."
Mehmet Alî Kandu jî got ku di rojiyê de kêlindîkişandin zehmet e û wiha dewam kir: "Hemd ji Xwedê re îsal baran hebû û giya jî bol e. Giyayê ku em diçinin li motoran bar dikin û dibin gund. Zivistanê em ê bidin heywanên xwe."