Herêma Şenyayla û çiyayê Kozmeyê ku nebatên curbe cur di nava xwe de dihewîne, piştî pêvajoaya çarêseriyê bu cihê mêşvanan.
Mêşvan piştî ku li herêmê aramî çêbû, diçin zozanên ku berê nikaribin biçûna û mêşvaniyê dikin.
Mêşvanê Ordûyî Mahmût Çîçek got ku nêzî 4 meh berê hatine herêma Şenyaylayê û di nava aramiyê de mêşvaniyê dikin.
Çîçek got ku 22 sale karê mêşvaniyê dike û wiha dewam kir: "Piştî pêvajoya aştiyê zozanên ku qedexe bû ji nû ve hat vekirin. Ew zozan ji aliyê mêşvaniyê ve gelek bi bereket in. Em dixwazin aramî dewam bike."
Çiçek ji ber hingivê sexte gilidar bû û wiha got: "Hingivên sexte peşiya hingivên heqîqî yên li çiya û zozanan tê çêkirin, digre. Em dixwazin ku hingivên ji derveyê welêt tê û li febrîqeyan tê çêkirin, bên qedexekirin. Em nikarin pêşiya hingivên sexte bigrin."