Aydın Arik
21 Mijdar 2025•Rojanekirin: 24 Mijdar 2025
Li Diyarbekirê Alî Malkoçê 67 salî ku li ser keleka ku ji lastîkên wesayitan çêkiriye, ev 55 sal e di Rûbarê Dicleyê da masiyan digire û pîşeya bavê xwe didomîne.
Malkoçê bavê 7 zarokan, li ser keleka ku carê di Rûbarê Dicleyê da weke wesayita çûnûhatinê dihat bikaranîn, masîgiriyê dike.
Keleka ku berê ji eyar û çermê ajelan ê nepixandî dihat çêkirin û şax û çuqliyên daran bi ser dadikirin, van demên dawîn da ji lastîkên wesayitan (şambrel) tên çêkirin.
Malkoçê ku pîşeya masîgiriyê ya bavê xwe didomîne, masiyên ku li ser kelekê digire yan difiroşe û yan jî bi hevalên xwe ra parve dike.
- "Me wiha domand, nizanim dê çiqas bidome"
Alî Malkoçê ku nêzîkî Baxçeyên Hevselê di rûbarê da masîgiriyê dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji zarokatiya xwe va, 55 sal e vî karê ku wî ji bavê xwe mîras girtiye, li ser kelekekê didomîne.
Malkoç diyar kir ku ew bi salan e li ser kelekê masîgiriyê dike û wiha pê da çû:
"Bavê min jî masîgir bû, lê kalikê min bêtir bi nêçîrê ra mijûl bû. Me bi vî awayî dewam kir, lê nizanim ew ê çiqas bidome. Carinan ez masiyên ku digirim difroşim, carinan ez didim cîranan û carinan jî didim hevalên ku tên masîgiriyê."
Malkoç diyar kir ku ew bi çandiniyê û masîgiriyê ra jî mijûl bû û got ku pîşeyê wî yê sereke hesinkarî bû, lê dema bi nav salan va çû, wî êdî dest ji hesinkariyê berda.
Malkoç got, "Ez baş dizanim kîjan deverên Rûbarê Dîcleyê xeternak in. Dema ku asta avê bilind dibe, ez masîgiriyê nakim. Her wiha ez teqez di demên qedexekirî da jî masiyan nagirim ji ber ku her tiştî demsala xwe heye. Carinan masiyên biçûk, carinan jî masiyên mezin xuya dikin. Çend baxçeyên min jî hene ku derfet çêdibe ez bi wan va mijûl dibim."