22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
ATÎNA
Li Behra Egeyê ber destê sibehê li nêzî girava Bûlamaç û Kîlîmliyê du kelekên ku penaberên qaçax tê de bûn binav bûn û hat ragihandin ku zarok jî di nav de 21 kes di herdu qezayan de mirin.
Li gor agahiyên hatin hildan keleka darîn a ku wisa tê texmînkirin 48 kes tê de bûn li nêzî Girava Bûlamaçê li zinaran qelibî û binav bû. Ekîbên Ewlehiya Peravê ya Yewnan a ku hay ji vê yekê bû hat cihê bûyerê û 40 kesî xilas kir û cesedê 6 jê zarok 7 kesan jî ji avê derxist.
Hat gotin ku ji bo dîtina kesên di qezayê de winda bûne jî xebat didomin.
Li nêzî Girava Kîlîmliyê jî ew keleka ku wisa tê texmînkirin nêzî 70 û 100 kes tê de bûn li herêma Kalolîmnoyê binav bû û 14 kes xeniqîn û gelek kes jî winda ne.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat gotin ku ekîba ewlehiya peravê ya sewqî cihê bûyerê hatibû kirin heta niha 26 kesan xilas kir û ji bo dîtina kesên din jî dixebite.