Rewşa Êzdiyên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê DÎŞIyê xwe spartin Çiyayê Şingalê dilê mirov disoje.
Piştî ku DÎŞIyê di 3yê Tebaxa 2014an de êrîş bir ser Şingalê û navçe kir kontrola xwe 400 hezar Êzdiyên niştecih herêm terikandin. Aniha ji wan tenê 10 hezar Êzdî ev zêdetirî 7 mehan in li Çiyayê Şingalê dijîn. Êzdî li vir di konên serguhkirî yên ku bi derfêtên xwe çêkirin de di nava tunetiyê de berxwe didin.
Li gorî agahiyên ku peyamnerê AAyê bi dest xist, herçiqas hêza çekdar a HKIyê Pêşmerge ya ku di 18ê rêbendanê de li dijî DÎŞIyê operasyon pêk anî jî, lêbelê dîsa xeynî bîterkirina konên nû, di rewşa Êzdiyan de tu guhertineke berbiçav çênebû. Pêdiviyên penaberên Êzdî her ku roj derbas dibin bêtir zêde dibin.
Çiyayê Şingalê yê ku 75 kîlomêtre dirêj e, gelekî dûrî herêma di kontrola Pêşmerge de ye. Bilindtirîn cihê çiya biqasî hezar mêtroyan e û başûrê wî li Mûsilê û bakûrê wî jî li Sûriyeyê dinêre. Êzdî ji ber ku naxwazin ji Şingala ku li pêşa çiya ye dûr bikevin, li ger û deştên bilind ên li ser çiyan dimînin. Ji ber vê jî jiyaneke çiyayî dimeşînin.
- Kampa tunetiyan
Li konekampên li Çiyayê Şingalê ên ku biqasî 10 hezar Êzdî lê dimînin de ceyran û av tuneye. Penaber bi qirş û qalên ku ji çiya berhev dikin, xwe germ dikin. Bi heman rêbazê ve nanê xwe dipêjin. Ava xwe jî ji delav û serçavên li hawirdorê tînin.
Êzdî ji ber halê xwe gelekî gilîdar in û dibêjin heta Şingal ji DÎŞIyê were rizgarkirin ew ê li serê çiyan bimînin. Êzdî ji hêzên navneteweyî, hikûmeta Iraqê û HKIyê bilez alîkariyê dixwazin da ku navçeya wan ji DÎŞIyê were rizgarkirin.
- "Xwezî mîna Helebçeyê em bi kîmyewiyan ve bihatana kuştin"
Jina Êzdî Hazer Xelefê diyar kir ku bi mehan ligel zarok û neviyên xwe di konan de berxwedana jiyanê didin û wiha dewam kir: "Keç û kurekî min ji aliyê DÎŞIyê hat kuştin, ciwan çûn şer û li paş wan tenê zarokên piçûk, kal û pîr mane. Ger em bihatana kuştin dibe ku em ji vê rezîltiyê bifilitiyana."
Xelefê bal kişand ku ew di qefê keviran de û di nava heriyê de dijîn û wiha got: "Pirî caran wiha difikirim: Xwezî wekî Helepçeyê wan me jî carekê da bi çekên kîmyewî bikuştana. Wêçaxê em ê carekê de bimirana û xelas bûna. Niha em hêdî hêdî dimirin. Xebera mirina her eqrebayekî me, me qehr dike. Me ewqas xeberên nexêr ên mirinan standin ku êdî jiyan bo me tu meneya xwe nema."
- Nikare şa be ku ji destê DÎŞIyê xelas bû
Elî Osmanê 75 salî yê ku 5 û nîv meh di destê DÎŞIyê de ma û paşê hat berdan diyar kir ew şa nabe ji ber ku ji destê DÎŞIyê filitî û wiha dibêje: "Ji ber ku ji destê terorîstan xelas bûn, ez şa nebûm. Ji ber ku kes nikare ji vê halê me re bêje 'jiyan' e. DÎŞIyê kalên mîna min serbest berda. Piştî ku min rewşa li vir dît, min gelek caran ji Xwedê murad kir ku e bihatama kuştin."
Piştî ku DÎŞIyê di 10ê Hezîrana 2014an de Mûsil kir kontrola xwe, di 3yê tebaxê de jî êrîş bir ser Şingalê. Ji ber vê biqasî 400 hezar Êzdî herêm terikand û zêdetirî 10 hezarî jî xwe sparte Çiyayê Şingalê. Êzdî li hêviyêne ku navçeya wan were rizgarkirin û bi vî hawî ew jî vegerin cihûwarên xwe.