Li gor agahiyên Miduriya Giştî ya Rêbejan, rêya di navbera Erûh û Şirnexê ji ber berf û pûkê; rêya Çiyayê Ovîtê ya di navbera rêya Îkîzdere û Îspîrê de jî ji ber şepê girtiye.
Li Xaçerêya Ceyhûn û Îskenderûnê ya li ser Otorêya TAGê ji ber rê çêkirinê, çûnhatin di şirîtekê de û bi qontrol dewam dike.